Twitter bikaranîna tîpên di twittekê de derxist 280 tîpan
K24 – Navenda Nûçeyan
Yek ji pêşengên medyaya civatî (sosyal-medya) twitter a ku heta niha rê dida 140 tîp ji bo nivîsandina twittekê bê bikaranîn, ev hejmar derxist 280 tîpan. Ji duhî (07. 11. 2017) ve ev derfet di twitterê de derbasî pratikê bû.
Twitterê daxûyaniyek di vê derbarê de belavkir û dilxweşiya xwe ji destpêkirina pêvajoya nû di twitterê de anî ziman.