Li Tirkiye lêgerîna malpera Wikipedia hat rawestandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha danûstandin û teknolojiyên zanyarî ya Tirkiye (BTK) lêgerînên malpera Wikipedia li Tirkiye îro ji saet 08:00an ve rawestand. Dema vekirina malperê li Tirkiye, nehatiye diyarkirin.

Li gor daxûyaniya BTK, sedemên rawestandina lêgerînan di Wikipedia de weha hate destnîşankirin. “Li gor lêkolînên teknîkî û nirxandinên hiquqî û di çarçoweya Qanûna 5651an de malpera internetî (wikipedia.org) hatiye rawestandin. Ev yek li gor biryara BTK, di çarçoweya tedbîrên idarî de pêkhatiye.