Cilûbergên Kurdî bi dîzaynên modern hatin numayişkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Silêmaniyê pêşbirka dizaynkirina cilûbergên Kurdî birêve çû û tê de sê dizayner bi ser ketin û hatin xelatkirin.
Bi beşdariya hejmarek ji berpirsan rewşenbîr û bi sponseriya medyayî ya K24ê, li Silêmaniyê pêşbirka dizaynkirina cilûbergên Kurdî birêve çû.
Di pêşbirkê de hejmarek cilûbergên Kurdî bi awayekî modern hatin numaşkirin.
Li dawiyê, Kanî Yasîn xelata yekem a dîzaynkirina baştirîn cilûberg bidest xist, herwiha Îmadedîn Ehmed û Aware Cemal li dû hev xelata duyem û sêyem wergirtin.
Kanî Yasîn ji K24ê re got: “Ez gelekî dilxweş im ku keda min vala neçû û encameke baş bidest xist.”
Ta niha cilûbergên Kurdî li Herêma Kurdistanê bi piranî tê lixwekirin û reng û dîzayna her deverekê ji devera din tên guhartin.