Taxa Gumrikê kevintirîn taxa Kobanê ye

Taxa Gumrikê kevintirîn taxa Kobanê ye û bajarê Kobanê ji wê taxê ve hat avakirin. Ev taxa piştî sala 1915an û sazkirina xete tirênê re, li ser destê Ermen û Kurdan hat avakirin.
kurdistan24.net

 

K24- Kobanê

Taxa Gumrikê kevintirîn taxa Kobanê ye û bajarê Kobanê ji wê taxê ve hat avakirin. Ev taxa piştî sala 1915an û sazkirina xete tirênê re, li ser destê Ermen û Kurdan hat avakirin.

Li gor neşteciyên taxa Gumrikê, avakirina taxê bi hem bi danîna kompaniya sazkirina xeta Tirênê û hem jî bi koçbariya Ermeniyan re bû, gava Ermanî ji ber komkujiya li ser destê Osmaniyan reviyan û hatin vê herêmê bi cih bûn û li gel Kurdên deverê piştî sala 1915an ev tax ava kirin. Bi salên dirêj re jî ev tax mezin bû û hin taxên din çê bûn û Kobanê bû bajar.

Di vê taxê de gelek dever û bermayên navdar habûn, hin ji wan hîna şûna wan heye, ji pira Ava Kanî, sînema, çayxane, zindana Frensî, Kenîseyaa Xiristiyanî herwiha mizgefta Kobanê ya mezin ku yekemîn mezgeft li Kobanê tê nasîn.

Neşteciyên vê taxê didin zanîn, civaka wan gelekî bihêz bû û ji bilî Kurdan ji pêkhateyên Ermen û Suryan pêk dihat û wek melbatekê dijiyan, ji ber ku ew bi dahan salan cîranê hev bûn û tevahiya neşteciyên taxê hevdu nas dikirin.

Roja îro taxa Gumrikê li ber sînorê Tirkiyê dikeve û nêzî 200 malbat tê de dijîn. ji ber hikûmeta Sûriyê yek ji avahiyên Kampaniya Xetê Tirênê ya Almanî ji xwe re kiribû navanda Gumrikê, navê taxê bû taxa Gomrigê.