Qamişlo: Navendeke nexweşiya penceşêrê tê vekirin

Li bajarê Qamişlo navendeke nexweşiya penceşêrê hate vekirin û di heyama 15 rojan de, eger e dermanê kîmawî ji Şamê bighêje navendê, da ku dest bi pêşwaziya nexweşan bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f04e4946-5ced-4289-8cf1-d36b3f53e724/penceser-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo navendeke nexweşiya penceşêrê hate vekirin û di heyama 15 rojan de, eger e dermanê kîmawî ji Şamê bighêje navendê, da ku dest bi pêşwaziya nexweşan bike.

Ji ber zehmetiya veguhestina nexweşên penceşêrê ji devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê û tevaya parêzgeha Hesekê bo nexweşxaneyên pispor li Şamê paytexta Sûriyê, navendeke çareserkirina nexweşên penceşêrê li bajarê Qamişlo hate vekirin, lê ji ber hindek pirsgirêkên teknîkî û kêmbûna tîmên pêwist, ta niha pêşwaziya nexweşan nehatiye kirin.

Hindek nexweşên penceşêrê derbarê çûna Şamê dibêjin ku, kiriya firokeyê tenê nêzî 150 dolarî tê standin, ji bilî kesên hevrê bi nexweşan re.

Li gorî rêveberiya navendê ku, amadekariyên wan gihiştine asteke bilind ku pêşwaziya nexweşan bikinû eger kar dest pê bike, nexweşên deverê nema pêwistiya wan biçûna Şamê dimîne.

Navenda navborî ku karmendên hikûmeta Sûriyê rêveberiya wê dikin, piştî vekirina wê hate ragihandin, hezar û 800 nexweşên penceşêrê navên xwe tomar kirin.

Li gorî rêveberiya navendê, pêşbîn e hejmara nexweşan bighêje 2 hezar û 700 kesî û tenê navend dê rêjeya ji sedî 75 dermanên kîmawî bide nexweşên ku li navendê ranazin û tenê nexweşên ku pêwistiya wan bi çavdêriyê heye, dikarin li navendê bimînin ji bo şopandina rewşa wan a tenduristî.