Jinên Diyarbekir û Kobanê hevpariya kar û jiyanê dikin

Li fabrîqeya ku 22 jinên ciwan lê dixebitin, piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Kobanê ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Jinên ku bi dijwariya şert û mercên jiyanê re êdî di gelek qadên karsaziyê de tên dîtin; li Diyarbekirê li fabrûqeyeke tuxleyan jî destbikêriya xwe nîşan didin. Li fabrîqeya ku 22 jinên ciwan lê dixebitin, piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Kobanê ne. Li gorî xwedîyê fabrîqeyê dibêje; ew 25 sal in ku vî karî dikin û 15 sal in bê navber xebatkarên wan ên jin hene.

Diyarbekir, ji ber axa xwe ya bikêrhatî yek ji navendên çêkirina tuxleyan e. Li vê fabrîqeya tuxleyan ji bilî hînbûyîna xebatên ji rêzê, xebatên bi destên jinan jî cihê xwe girtine. Di her tuxleya ku ji makîneyê tê birîn de şopa destê jineke kedkar û karker heye. Li gorî xwediyê fabrîqeyê Şerîf Bayram dibêje; tuxleyên ku ji makîneyê tên birîn, ji axa şil e û divê bi hesasî werin rakirin da ku teşeyên wan xirab nebin, ji ber vê yekê jî hewcedariya wan, bi nazikiya destê jinê heye.

Xwediyê Fabrîqeya Tuxleyan Şerîf Bayram ji K24ê re got: “24 sal in em vî karî dikin. Jinên ku ligel me dixebitin, bi giranî ji Diyarbekirê ne. Di nav wan de yên ji Kobanê hatine jî hene. Gava ku jin bixwaze, dikare her karî bike. Qet nebe tevkariyeke wan bi vê xebatê li malbatên wan dibe. Ji ber vê yekê jî divê em jinan biçûk nebînin.”

22 jinên ciwan; her yek ji bo debara xwe û malbata xwe di nav hewila vegerandina çerxa aboriyê de ne. Hinek ji van jinên ciwan ji Diyarbekirê ne; hinek jî ji Rojava, ji bajarê Kobanê ne. Jinên Diyarbekirê û Kobanê, li vê kargehê di nav hevahengiyekê de dixebitin, ji ber vê yekê jî hemû jinên ku li vê derê dixebitin, bi kêfxweşî qala demên xwe yên rojane yên xebata hevpar dikin. Dîcle Kapak yek ji xebatkaran e, ew jî wekî gelek ji van ciwanan hem dibistanê dixwîne, hem debara xwe dike. Ew jî wekî hevalên xwe, di temenê xwe yê ciwan de neçarî xebatê bûye.

Xebatkara Jin Dîcle Kalpak dibêje: “Ez saet di 05:00’an de hişyar dibim, heta 05:30’an xwe amade dikim. Serwîs me ji malên me digire, saet di 07:00’an de em li ser kar in. Em heta saet 17:00’an dixebitin. Di nav rojê de bêhinvedanên me hene. Roj heye zehmet derbas dibe, roj heye hêsan derbas dibe. Karê me xweş e, em baş in, xweş dimeşe.”

Her ku şert û mercên debara rojane dijwar dibin, pêdiviya bi kar û xebatê jî zêde dibe û êdî derfeta gelek karên ku ne qada destkariya jinê ye jî ji ber van şert û mercan vediguhere. Jinên ku yek bi yek tuxleyan digirin û datînin jî dibêjin ku;  jin mînaka wê yekê ne ku ger bixwazin, dikarin ji hêza xwe zêdetir bar hilgirin ser milên xwe.