Desteya Siyasî: Li Sûriyê em ne li dijî maf û statuya Kurdan in

Amerîka ku biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dabû, lê piştre ragihandibû proseya vekişandina hêzên wan zû bi zû pêk nayê, divê ti zirar û ziyan neyê ser Kurdên li herêmê.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Amerîka ku biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dabû, lê piştre ragihandibû proseya vekişandina hêzên wan zû bi zû pêk nayê, divê ti zirar û ziyan neyê ser Kurdên li herêmê. Daxuyaniya Washingtonê ya li ser parastina Kurdan û li Minbîcê ku hêzên YPG û Amerîka lê ne, hatina hêzên Rûsî di navbera her sê aliyan de bo pêşeroja siyasî ya Sûriyê jî wek lihevkirineke dîplomasî tê destnîşankirin û li pişt perdeyan tê amajekirin Mosko û Washington dil dikin ku herêmeke federal bo Kurdan bê avakirin. Hin aliyên siyasî jî amaje dikin hewldaneke wiha ya her du welatan heye.

Rûdanên piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, gelek senaryo û planên nû li ser dahatûya Rojavayê Kurdistanê tê destnîşankirin. Di gelek dezgehên ragihandinê û di nav kesên pispor û siyasî de jî tê gotin Rûsya û Amerîka li hev kirine ku ji bo Kurdên Sûriyê, heremeke federal bê avakirin. Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton jî amaje kir, heta ku ji bo parastina Kurdan peymanek nebe, hêzên wan ji Sûriyê wê nekêşe. Bi van daxuyanî, geşedanên dawî behsa federalî di rojevê de zêdetir tê kirin.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Hewaz Egîd amaje dike, baştirîn çareserî ne leşkerî ye, siyasî ye. Li gor Egîd nêrîna Sûrî bo federalî jî li gor beriya 5 salan nermtir bûye û li ser vê jî rola Rûsyayê dest nîşan dike.

Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyê de Hewaz Egîd ji K24ê re got: “Rûsya, ji destpêkê ve ti caran li ser meseleya federalîzmê nakok nebûn, yanê bo federalî zelal in. Derbarê federalîzmê de çi lihevkirinek heye yan jî hebe, bi ya me gavên herî baş in bo çareserkirina krîza Sûriyê. Cibîcibûna federalîzmê li Sûriyê girêdayî 3 tiştan e: Yek guhertinên li ser erdê çêdibin, dudo lihevkirineke navdewletî û ya sisê jî lihevkirineke navxweyî ya li nav miletê Sûriyê hebin.”

Di pêşeroja siyasî ya Sûriyê de hebûna Kurdan û li herêma ku Kurd lê zêde ne mafê xwetemsîlkirin di nav hin siyasetmedarên Ereb de jî maqûl tê dîtin, lê bi awayeke ne xweser bi rêbaza ku girêdayî navendê bin.

Endamê Desteya Siyasî yê Opozîsyona Sûriyê Yaser Alfarhan dibêje: “Li Sûriyê, rêvebireneke ne federalî, navendî divê. Çimkî federalî dibe sedema perçekirina welatekî. Lê em ne li dijî maf û statuya Kurdan in. Lazim e di pêşeroja Sûriyê de Kurd jî helbet hebin yanê li herêma ku lê dijîn dikarin bibin xwediyê mafên kultirî û siyasî. Federaliyek wek başûrê Kurdistanê tê plankirin lê ev li Sûriyê ne pêkan e. Çimkî demografiya wan ne yek e li Sûriyê herêma ku Kurd lê hene hejmareke zêde Ereb jî hene.”

Liv û lebata leşkerî ya li herêmê jî berdewamiya tifaqa hêzên Kurdan ligel Amerîka û Rûsyayê nîşan dide. Li navenda Minbîcê ku hêzên Amerîka û YPG lê hene hat ragihandin Rûsyayê jî hêzên xwe şand bajêr. Ev tifaqa leşkerî ya heyî bo planên siyasî yên pêşeroja Rojava jî bi taybet li ser Sûriyeyeke federal wek nîşaneyek tê nirxandin.