Mosko: Emerîkayê xîyanet ji Kurd kir

Gotebêjê koçka serokatî ya Rosyayê (Kiremlîn) Dîmitrî Bîskov ragehand, heke hêzên Kurdî li bakûra Suriyê xwe ne vekişandina, da xwe li pêş hêrişa supayê Tirkiyê bînin.

K24- Hewlêr

Gotebêjê koçka serokatî ya Rosyayê (Kiremlîn) Dîmitrî Bîskov ragehand, heke hêzên Kurdî li bakûra Suriyê xwe ne vekişandina, da xwe li pêş hêrişa supayê Tirkiyê bînin.

Got jî: Emerîka hana Kurd da şerê Supayê Tirkiyê bike.

Herweha got: Emerîkayê xîyanet li Kurd kir û bi tenê hêlan.

Xuya jî kir, heke Kurd xwe nevekişandiban, polîsên serbazîyên Rûsya û Supayê Suriya bi temamî ji deverê da xwe vekişînin û tenê hêzên  Kurdî diman bo berengarbûna hêrişên Tirkiyê.

Ev gotinên Dîmitrî Bîsov, piştî wê yekê dihêt ku Duhî jî her yek ji Viladîmêr Potin seokê Rûsya û Receb Teyîb Erdogan, serokê Tirkiyê li Sûçî civîyan bo gengeşekirina rewşa Rojava ya Kurdistanê.

Piştî çend demjimêran, Potin û Erdogan di konfiranseke rojnamevanî de ragehandin, ku herdû alî gihane rêkkevtinê. Dûv re jî Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê, naveroka rêkkevtinê bi rûsî û Meslûd Çawîşoglu , wezîrê derve yê Tirkiyê naveroka rêkkevtinê bi Tirkî vexwîndin.