Li Kerkûkê 3 şanên nivîstî yên DAIŞê hatin hilweşandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê şanên nivîstî li bajarokê Hewîce yê parêzgeha Kerkûkê hatin hilweşandin û emîrekî DAIŞê jî hat desteserkirin.
Wezareta Bergîriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de 3 şanên nivîstî yên DAIŞê li bajarokê Hewîceyê hilweşandin û emîrekî DAIŞê desteser kir.
Li gor daxuyaniyê, şanên nivîstî yên DAIŞê li xwe mikur hatin ku bombe çandine û hevkariya darayî bi malbatên DAIŞê re li Kerkûkê kirine.
Ev di demekê de ye, demek e DAIŞê li sînorê çend bajarên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi êrîşên ser hêzên Iraqî û revandina xelkê sivîl kirine.
Bi gotina şarezayên leşkerî, ji ber nebûna hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanê, valahiya ewlehiyê dirust bûye û çekdarên DAIŞê wê yekê wek derfet dibînin.
S. B