Îran li tengava Hurmizê mûşekên dijî keştiyan test dike

Reuters: Hefteya derbasbûyî, Îran mûşekeke kin avêj a dijî keştiyan, di çarçoveya manora tengeava Hurmizê de, test kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Reuters ji ser zimanê berpirsekî Amerîkî ragihand, ku hefteya derbasbûyî, Îran mûşekeke kin avêj a dijî keştiyan, di çarçoveya manora tengeava Hurmizê de, test kir.

Wî berpirsê Amerîkî, ku nexwewstiye navê wî bêgotin, diyar kir ku Îran bi awayekî neguncayî, ew mûşek li nav ava herêmî test kiriye.

Hêzên Îranî di destpêka vê mehê de, li tengeava Hurmizê ya stiratîjî û li beramberî Kendava Umanê, manoreke serbazî encam da.

Girêdayî mijarê, fermandarê fermandeya navendî ya Artêşa Amerîka ceneral Joseph Votel ragihand, ku Îran dixwaze bi riya wê manorê peyamekê rastî Amerîka bike, lê Artêşa Amerîka ji bo parastina tevgera deryavanî li nav tengeava Hurmizê, di amadebaşiyê de ye.

N.O