Îsmaîl: Rola Rûsya girîng e bo Tirkiye planên xwe bicih neyine

Mihemed Îsmaîl: Di rêkeftina agirbestê de, mercên Tirkiyê hatine qebûl kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand, di rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, tê de hemû mercên Tirkiyê bo dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê hatine qebûlkirin.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ku di heman demê Endamê Desteya Serokatiya ENKSê de diyar kir, divê agirbest ji 5 rojan zêdetir be û rê li pêş rêxistinên mirovî bê vekirin bo bi hawara gelê me ve bên.

Got: Di rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de hêvî li ser Rûsyayê maye, ku rê nede Tirkiyê hemû ecindeyên xwe pêk bîne û rê li ber guhartina demografî bigire.

Da zanîn jî, ew wek ENKSê di pêwendiyên xwe bi Amerîka, Rûsya û welatên din re tekez dikin, divê plana guhartina demokrafî û kiryarên grûpên çekdar neyin kirin.

Aşkere kir jî, wan wek ENKSê nameyek ji Rûsyayê re şandiye û Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê civîna wê bi Konsolê Rûsya yê li Hewlêrê re heye û dê nameya gelê Kurd bigihîne Rûsya, ta ku ew roleke bigire ber û rê nede planên xirap li ser gelê Kurd bê meşandin. Herwiha divê Rûsya bibe welatekî gerentîker ji mafê gelê Kurd re.

Li ser pirsa herêma ewle Îsmaîl got: Divê xelkê vê deverê bi hemû pêkhateyên xwe devera xwe bi rêkeftineke îdarî, siyasî û leşkerî birêve bibin, ji bo bibe beşek ji qonaxa çareseriya giştî ya Sûriyê ya li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254.

Li ser yekrêziya helwesta Kurdistanî Îsmaîl got, tiştê ji dagîrkeriya Tirkiyê metrisîdar ew e, ku tevgera siyasî ya Kurdî ne yekrêz e, sedem jî ew ku PYDê ti guhdanek nedaye vê pirsê û gavek jî ji bo yekrêziya navmala Kurdî nekiriye. Herwiha rêkeftina wan bi rêjîma Sûriyê re jî tenê di warê leşkerî de ye û ti girîngî nedaye warê siyasî.