YSKê encamên fermî yê hilbijartina Stenbolê ragihandin

Serokê Komisyona Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Sadî Guven ragihand, hejmara dengdanên Stenbolê ji sedî 100 di sîstemê de hatine bicîh kirin û û rêjeya beşdariyê ji sedî 84.5 e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Sadî Guven ragihand, hejmara dengdanên Stenbolê ji sedî 100 di sîstemê de hatine bicîh kirin û û rêjeya beşdariyê ji sedî 84.5 e.

Gûven di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dengdêrên di sîstemê de hatibûne tomarkirin, 10 milyon û 560 hezar bûne û ji van jî 8 milyon û 746 Hezar kesan dengê xwe bîkar anîye. Dengên Sexte 178 Hezar in û rêjeya beşdariyê ji sedî 84.5 e.

Aşkere kir jî, dengên namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu 4 milyon 741 hezar û 868 deng bi rêjeya ji sedî 54.21 bidest xist. namzetê Ak Partiyê Binalî Yildirim jî 3 milyon 935 hezar û 453 deng bi rêjeya ji sedî 44.99 bidest xist.

Amaje bi wê jî da, heta roja Pêncşema bê 27ê vê mehê, Komisyonên Bajaran dê binirxînin, 2 rojan dê bersiva navçeyan bidin û 3 roj jî dema nerazî bûnê heye.

Duhî 23ê Hezîranê hilbijartina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê careke din hate kirin, tê de 21 namzet rikbriyê kirin, jê 17 namzetên serbixwe bûn û 5 namzetên din ser bi aliyên siyasî ve bûn. Lê namzetên bihêz ên vê hilbijartinê, namzetê Hevpeymaniya Milet Ekrem Îmamoglu û namzetê Hevpeymaniya Cimhur Binalî Yildirim bûn.

 

 

S. B