Tirkiye: Xebatên me di bakurê Sûriyê de destpê kirin

Hikûmeta Tirkiyê eşkere dike: Di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê, li bakurê Suriyê dest bi kar kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê eşkere dike: Di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê, li bakurê Suriyê dest bi kar kirin e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de ji bo avakirina Navenda Tevgera Hevbeş xebatên wan ên digel Amerîkayê li bajarê Rihayê berdewam e. Ji bo vê armancê jî, firokeyên wan ên bêfirokevan li herêma duyemîn dest bi kar kirin e.

Amerîka û Tirkiye hefteya borî ji bo li bakurê Suriyê herêmeke ewle were avakirin rêkeftibûn. 

 

 

C.B