Dogan: Danîna Qeyyuman rewşa li bakur aloztir dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Insan û Azadiyê Sedat Dogan ji K24 re diyarkir, ku tu danûstandina destdanîna şaredariyên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê ligel demokrasiyê nîn e.
Dogan herweha anî ziman, ku armanca dewletê di proseya îro de nayê famkirin. Jiyan li bakur aloztir bû ye û encama van kiryarên dewletê nakokiyan zêdetir dike. Di nav vê rewşê de, dikare rûdanên xerab rû bidin. Iradeya gel hatiye binpê kirin û xebatên Meclisên Şaredariyan jî , hatine rawestandin. Tund û tûjiyek mezin jî, li hember gel tê birêve birin.
Sedat Dogan got: Biryar a danîna Qeyyuman ne di xêra Tirkiye de ye jî. Ev rûdan, ne hiquqî û ne insanî ye…