Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata dayika 3 şehîdan dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya koça dawiyê ya dayika sê şehîdên riya rizgariyê ya Kurdisanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata xatûn Hacî Xal Şîrîn Heme Kerîm Dereqeyserî dike.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya bo xatûn Xal Şîrîn Heme Kerî Dereqeyserî derbirî, ku ji binemaleke niştimanperwer a devera Hewreman e û dayika her sê şehîdan (Celal, Serdar û Sebah) e.
Bi wê boneyê, Mesrûr serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî wê binemala têkoşer dike û dibêje: “Daxwaz ji xwedêyê mezin dikin, di bihuşta xwe de şad bike.”
S. B