Pêntagon zanyarîyên nû derbarê vemana supayê Emerîka li Sûriya xuya dike

Wezîrê berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) Marl Êsper ragehand, heya niha biryara dawîyê nehatîye dan derbarê hejmara wan serbazên Emerîkayî ku biryare li Sûriya vemînin.

K24- Hewlêr

Wezîrê berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) Marl Êsper ragehand, heya niha biryara dawîyê nehatîye dan derbarê hejmara wan serbazên Emerîkayî ku biryare li Sûriya vemînin.

Roja Sêşmbîyê, 13/11/2019 weîzrê berevanîya Emerîkayê bi rojnamevanan ragehand: çaverê vegerana serok erkanê arteşê dikîn daku hûrkarîyên zêdetir li ser evê pirsê gengeşe bikîn.

 Berê ceneral Mark Mîlî, serok erkanê artêşa Emerîkayê ragehandibû, 500-600 serbazên wan li Sûriya dihên akincîkirin.

 Roja 6/11/2019yê serokê Emerîka Donald Tiramp ragehandibû, erkên hêzên Emerîkayê li bakûra rojhelata Sûriya berfireh dikîn. Em hewil didîn parêzvanîyê ji bîyavên petrolê biklîn li Sûriya. Bo evê mebestê jî 1200 serbaz careke din dihên şandin bo Sûriya.