Efrîn.. Malbata revandiyekî banga li rêxistinên navdewletî dike

Grûpên çekdar welatiyekî Efrînê ji zêdetir ji sal û nîvekê ve revandine û malbata wî bang rêxstinên yasayî û mirovî dikin, ta çarenivîsa wî were zanîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar welatiyekî Efrînê ji zêdetir ji sal û nîvekê ve revandine û malbata wî bang rêxstinên yasayî û mirovî dikin, ta çarenivîsa wî were zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Feyleq El Şamê ji berî sal û nîvekê ve Mihemed Ehmed Elcîranî ji gundê Qermîtliqê yê navçeya Şiyê revandiye û dest daniye ser hejmarek ji xaniyên wan.

ta niha wî ne diyar.

Li gor wê rêxistinê, çarnivîsa Mihemed Ehmed Elcîranî heta niha ne diyar û malbata wî jî bang li hemû rêxistinên yasayî û mirovî dike, ta çarenivîsa wî kurê wan bê zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, grûpeke çekdar welatiyê bi navê Feysel Fûad Hemalîko ji destpêka vê mehê ve revandiye û ta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

 

S, B