Aloziya liser lêgerînên enerjiyê derdora Qibrisê kûr dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Derve yê Tirkiyê Cavuşoglu got: Dewleta Rum-Yewnan, Yêkitîya Ewropa ji xwe re bikar tîn in.
Rêxistina Welatên Başurê Ewropa MED7 ê, encamên kombûna xwe eşkere kirin, ku rastî nerazîbûnên Tirkiyê hat.
Mevlud Cavuşoglu diyar kir: Ew belavoka welatên Ewrûpa Başur ên endam di MED7ê de red dikin.
Cavuşoglu got: Biryarên MED7ê binpêkirina yasayên navdewletî ye û mafên Tirkên Qibrisê, tên binpê kirin.
Li gorî Mevlud Çavişoglu, Girava Qibrisê, ne ya Ruman bi tenê ye, her wiha ya Tirkan e jî û mafê wan heye, ji berhemên giravê mafan wergirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: Ew dê ligel rêveberiya Tirkên Qibrisê lêgerîna petrolê û berhemên din berdewam bikin.
C.B