Amerîka malbatek çekdarê DAIŞê veguhest welatê wan

Amerîka malbatek çekdarê DAIŞê bi regeznameya Amerîkî ji kampa Holê veguhest welatê wan

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka malbatek çekdarê DAIŞê bi regeznameya Amerîkî ji kampa Holê veguhest welatê wan.

Rojnameya Guardian a Brîtanî belavkiriye, Amerîka malbatek çekdarê DAIŞê bi regeznameya Amerîkî, ku ji çar kesan pêk dihat, ji kampa Holê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve veguhest welatê wan.

Rojnameyê amaje kir, ku ew malbat di dawiya hefteya derbasbuyî de ji kampa Holê derketin, ku dinav wan de zarok jî hebûn.

Herweha eşkere jî kir, ku heta niha Amerîka tu daxûyanî di derbarê veguhestina wê malbatê de neda ye.

Kampa Holê nêzîkî 75 hezar kesan ji malbatên çekdarên DAIŞê li xwe digre. Beriya niha Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji welatên biyanî kiribû, bi berpirsiyariya xwe derbarê welatiyên xwe, yên ku li Holê dimînin rabin.

 

 

 

C.B