Gefên Erdogan ên li ser penaberan û reaksiyona YE

Li ser xebatên Tirkiyê ên li Rojhilatê Navarast, piştî biryara gemaroyan ya Wezîrên YE, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan careke din gefa penaberan li YE xwar û diyar kir ew ê derî li penaberan vekin û dikarin dawî li muzakereyên bi Ewrûpayê re bînin. Komele û pisporên penaberan jî vê helwesta Erdogan ya derbarê mijarê dirûst nabînin û dibêjin lazim dewlet meselyên penaberan ji xwe re nekin we amûrekê.

K24- Stenbol

Li ser xebatên Tirkiyê ên li Rojhilatê Navarast, piştî biryara gemaroyan ya Wezîrên YE, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan careke din gefa penaberan li YE xwar û diyar kir ew ê derî li penaberan vekin û dikarin dawî li muzakereyên bi Ewrûpayê re bînin. Komele û pisporên penaberan jî vê helwesta Erdogan ya derbarê mijarê dirûst nabînin û dibêjin lazim dewlet meselyên penaberan ji xwe re nekin we amûrekê.

Çi cara ku ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve li dijî Tirkiyê biryareke şermezarkirinê an jî derbarê gemaroyan de hin gav bêne avêtin Serokkommarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî mijara penaberan tîne rojevê û diyar dike, ew ê derî li penaberan veke. Erdogan berî biçe Emerîkayê, derbarê wan xebatên gaza sirûştî ya li Rojhilatê Navarast ên Tirkiyê de, Wezîrên Derve yên YE birara gemaroyan ragirtin. Erdogan jî careke din gefa penaberan li Ewropayê xwar û diyar kir, ew ê derî li penaberan vekin û hingî bila Ewropa li çareya serê xwe binihêre. Heta Erdogan da zanîn egara wê yekê heye ku ji nişka ve muzakere jî bi dawî bên. Komeleyên penaberan vê helwesta Erdogan dirûst nabînin û dibêjin; divê dewlet tû carî meselaya penaberan ji xwe re nekin mijara amûr û gefan.

Gulden Sonmez (parêzer û aktîvîsta kêşeyen penaberan) got:"Li ser mijarên penaberan her kî dibe bila bibe hemû dewlet divê şêwazeke pozîf bikarbînin û penaberan li dij hev wek amûrekê bikarneyînin. Kêşeya penaberan kêşeyeke mirovî ye, ji nava şer reviyane û hatine xwe sipartine Tirkiye."

Ji Yewnanîstanê heta Macarîstan, Almanya û gelek welatên din ên YE li dijî gilî û gefên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bertekan nîşan didin û dibêjin; ew nikare me ji gotina rastiyan vegerîne. Li gor pisporên nava Tirkiyê jî her çiqas Tirkiye di van gazincên xwe de mafdar be jî, bi vê şêwaza gefxwarinê xwe sucdar dike û yaseyên navdewletî ên penaberan bin pê dike.

Îbrahîm Ergun (ji Komeleya Navdewletî ya Penaberan) dibêje: "Êş û azarên penaberan ji xwe gelek in. Her roj êrîş li wan tên kirin. Nîjadperset wan ji xwe re dikin armanç. Şêwaza siyasiyan jî mixabin vê mselê hê kurtir dike. Penaber ne ew kesen ku mirov di ser wan re polîtîkayeke derve ava bike. Ew mexdur in û hêviya çareseriya kêşeyên xwe dikin ji dewletan ne tiştekî din."

Herî dawîn Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina ligel Serokê Emerîkayê Donald Trump de jî, ev mijar anî rojevê û rexne li YE girtin. Erdogan di heman demê de diyar kir ku Tirkiyê heta niha 40 milyar dolar li penaberan xerc kiriye. Lê Ewrûpayê çavê xwe li çareseriya kêşeya penaberan girtiye. Piştî Erdogan, Trump jî piştevanî dayê û da zanîn divê Ewrûpa ji aliyê aborî ve mil bide penaberên Sûriyeyî. Eger Tirkiye deriyê xwe li penaberan veke wê li Ewrûpayê kaos rû bide.