Tirkiye: Me û Amerîka li ser derxistina YPGê ji Minbicê lihev kiriye

Enqera: Em li Minbicê nasekinin û gava diwem jî, wê deverên din yên di bin destê HSDê de be

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniyên wezîrê berevaniya Tirkiyê Nûredîn Çanîklî, rêketina Tirkî-Amerîkî, ya ku bi navê (Nexşerêya Çarekirina Pirsa Minbicê) tê naskrin, wê di demeke nêzîk de, were bicîkirin.

Nûredîn Çanîklî di hevdîtinekê de, li gel Ajansa Anedolê, behsa pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkyê û kirîza Sûryê û pirsa Minbicê kir û tekez kir, ku hêzên wan li gel yên Amerîkî, wê pilana hevbeş bicî bikin û YPG û PYD ku beşekî PKKê ne ji wî bajarî derxînin.

Li ser pilana hevbeş, wezîrê berevaniya Tirkiyê Nûredîn Çanîklî got: Wezîrên derve yên Tirkiyê û Amerîka, derbarê nexşerêya Minbicê lihev kirine, du xalên sereke yên wê rêketinê hene, yekem: Wê Yekîne û endamên YPG ji Minbicê bên derxistin. Diwem: Derketina wan wê bi çavdêriya Amerîka û Tirkiyê bê encamdan. Me piştrast kir, ku YPG û PYD baskên PKKê yên Sûryê ne, çendî ev yek ji rex hin aliyan ve bi fermî neyê qebûlkirin, lê Amerîka û welatên Hevpeymaniyê jî ketine wê baweriyê de, ev rêketin jî nîşana wê rastiyê ye, serbazên me û yên Amerîka, wê bicîkirina xalên rêketinê biçopînin.

Enqera vê carê li ser zimanê wezîrê berevaniyê diyar kir, ku Amerîka ji wan re tekez kiriye, ew ti sistiyê di bicîkirina rêketina hevbeş de nake.

Li gorî pilana Amerîkî-Tirkî, wê bi herdu welat bi hevrêzî rêvebirên bajar destnîşan bikin, herwiha wê hêzeke hevbeş di navbera wan de karê parastina bajar bike, heya ku xelkên bajar bixwe karbin hemû karûbarên xwe birêve bibin.

Bi zor û fişareke zêde, Tirkiyê karî piştî danûstendinên dirêj, formeke taybet derbarê Minbicê de ferz bike, lê Enqera dibêje, ew li Minbicê nasekine û gava diwem jî, wê deverên din yên di bin destê HSDê de be, ev yek jî zelal dike çima TEVDEM bê qeyd û merc berê xwe daye Şamê.

N.O