Çavuşoglu: Trump soza herêma ewle bi kûrahiya 32 K.M daye me

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, Serokê Amerîkayê Donald Trump soza daye wan ku kûrahiya herêma ewle 32 kîlometre be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, Serokê Amerîkayê Donald Trump soza daye wan ku kûrahiya herêma ewle 32 kîlometre be.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Amerîka li ser çekdarkirina YPGyê berdewam e, lê ew rê nadin Amerîka wekî rêkeftina Menbicê li rojhilatê Firatê, Tirkiyê mijûl bike. Divê Amerîka li ser herêma ewle dilsoz be.

Çavuşoglu got: “Firokeyên me yên bêfirokevan li herêmê dest bi firînê kirin. Dê li vê herêmê xalên çavderiyê û gerên hevbeş hebin. Lê ev aliyekî mijarê ye. Armanc avakirina herêma ewle ye û divê YPG ji herêma ewle derkeve. Ji bo ew der bibe herêma ewle divê YPG li wir nemîne. Trump soz dabû me kûrahiya herêma ewle dê 32 kîlometre be. Lê divê rêkeftina herêma ewle nebe wekî rêkeftina Menbicê mijûlkirina Tirkiyê. Em rê nadin Amerîka me mijûl bike.”

 

S. B