Sedir: Divê rêkkevtina ewlehîyê bihêt helweşandin
K24- Hewlêr
Mûqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir daxwaz kir, rêkkevtina ewlekarîyê li gel Emerîkayê bihêt helweşandin û asmanê Îraqê bi rûyê hêzên asmanî ya Emerîkayê bihêt daxistin.
Mûqteda Sedir, di peyamekê de got jî: Pêwîste welatên hevsû destî xwe nexin di karûbarên Îraqê de û daxwaz jî kir, Bexda rêkkevtinê li gel welatên hevsû wajû bike daku destdirêjîyê nehête kirin bo ser Îraqê. Herweha got: Heke Emerîka supayê xwe ji Îraqê nevkişîne, wek dewleteka dagîrkar reftar li gel wê dihêt dikîn.
Ev peyama Sedir hevdem e li gel wê xwenîşandana milyonî ku evro Heyînîyê alîgirên Rewta Sedir bi navê Heyînî ya Serwerîyê li Bexdayê encam didin.