Ji Dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ve, xwedîyê evê wêneyê hatîye xwaztin

Li ser bûyera teqekirinê duhî ,di xwarngeheke Hewlêrê rûday, Ji alîyê dezgehên ewlekarî yên herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek di malpera Dije Teror de- Kurdiostan CT hatîye belav kirîn û wêneyê kesekê hatîye danen ku dihê xwaztin ji alîyê dezgehên Ewlakarîyên Herêma Kurdistanê û di wê daxuyanîyê de, daxwaz ji xelkê Kurdistanê hatîye kirin ku her yekî zanîyarî li ser wî kesî hebe dezgehên ewlekarîyê haydar bike.

K24- Hewlêr

Ev jî deqa wê daxyanîyê ye:

Agahdarê welatî yên Herêma Kurdistanê dikîn, vekolîn berdewame li ser bûyera teroristî ya duhî, 17yê, Tîrmehê ku egera can ji destdana sê kesan.

Ev kesê ku wêneyê wî hatîye belavkirin, navê wî, mezlûm Dax e, ji dayîkbûyê sala 1992 ye û xelkê bajarê Dîyarbekire li Tirkiyê,  navhatî ji alîyê dezgehên ewlekarîyên herêma Kurdisatnê hatîye xwaztin. Daxwaz ji welatî yên hêja dikîn ku her zanyarîyek hebin li ser evî tawanbarî bi zûtirîn dem dezgehên ewlekarîyê agahdar bikin.