Tirkiye û Rûsya “herêma ewle” li Idlibê guftûgo dikin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, Tirkiye û Rûsya avakirina “herêmeke ewle” di hundir Idlibê de guftûgo dikin, ji bo koçberê Sûrî bikarin di werzê Zivistanê de lê bicih bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, Tirkiye û Rûsya avakirina “herêmeke ewle” di hundir Idlibê de guftûgo dikin, ji bo koçberê Sûrî bikarin di werzê Zivistanê de lê bicih bibin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Enqerê ji rojnamevanan re ragihand, êrîşên artêşa Sûriyê li ser Idlibê berdewam dikin, tevî ku rêkeftina agirbestê ji sê rojan ve ketiye warê bicihkirinê.

Ji mehê Mijdara 2019an ve  hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya jî bi tundî wan navçeyan bombebaran dikin. Ji encama êrîşan jî û li gor amarên Netewên Yekgirtî, zêdetir ji 235 hezar kesî ji Idlibê koçber bûne.

Hukusî Akar da zanîn, li devera Idlibê 12 xalên wan ên çavdêriyê hene, têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrişê jî di amadebaşiyê de ne.

Wezirê Berevaniya Tirkiyê çekdarên ser bi wan ve wek qehreman destnîşan kir û got: Artêşa Sûriyê ya Niştimanî di bin fermana Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ye, nabe ew wek terorist, çete û xerapkar werin binavkirin.

 

S. B