Neteweyên Yekgirtî rewşa mafê mirov li Tirkiye digre dest

Li bajarê Cenevê yê Swêsrayê, 5 salên dawî di warên mafên mirovan de li Tirkiye, dê bên axaftin. Hate diyarkirin, ku liser navê Tirkiye, dê şandek bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Faruk Kaymakçi amade bibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Euronews, Konseya Mafê Mirov a Neteweyên Yekgirtî, di çarçoveya civînên Mekanizmaya Şopandinê ya demi ya Cîhanê (UPR) de, dê rewşa mafê mirov, binpêkirinên mafan û giliyên rêxistinên civata-sivîl liser Tirkiye, bên gengeşe kirin.

Tê ragihandin, ku raporên herî berfereh ên ku derbarê mafên mirov li Tirkiye hatine amadekirin, bi taybetî liser: azadiya ramanî, 130 hezar welatiyên, ku ji kar hatine dûrxistin, giliyên liser êşkence û binpêkirinan piştî 15ê Tîrmehê (hewla kûdeta ya leşkerî) tê rawestandin.

Li bajarê Cenevê yê Swêsrayê, 5 salên dawî di warên mafên mirovan de li Tirkiye, dê bên axaftin. Hate diyarkirin, ku liser navê Tirkiye, dê şandek bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Faruk Kaymakçi amade bibe.

Tê bawerkirin, ku mijarên:

Dozên hemberî çalakvanan, siyasetmedarên opozisyonê, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevanan, ku bêbingeh hatine amadekirin, bidawî werin…

Fişarên liser dadweriyê bên rawestandin. Dadweri serbixwe be. Yasayên ku parêzvaniya mafên mirovan dikin, bên derxistin.

Qedexeyên hemberî civînên aştiyane yên girêdayî mafên mirov û azadiyan, bên rakirin.

Biryarên serbestberdan a Osman Kavala û Selahedin Demirtaş bên cîbicî kirin.

Yasayên Tirkiye yên dijî mafên mirovan bên rakirin. Destûra welat liser binemayên standartên navneteweyî yên mafên mirov, azadiyên ramanî, medya, rêxistinîbûn, civînan, herweha mafên bidestxistin  a zanyariyan, bê nivîsandin.

 

 

 

C.B