Sedemên derengî bersivdayîna nameye ya Tirkîyeyê çi bû?

Li ser kirîna mûşekên S-400an rageşîya di navbera Tirkîye û Amerîkayê da berdewam dike. Tirkîye piştî 12 rojan bi nivîskî bersiv da nameya Wezareta Bergirîya Amerîkayê û rexne li helwesta Penatgonê girt. Pispor dibêjin, ji ber ku Tirkîye dixwast Koma Xebatê ya Hevpar bê avakirin û bi Washingtonê ra rîyeke navberê peyda bike derengî bersiv da nameya Pentagonê.

K24- Hewlêr

Li ser kirîna mûşekên S-400an rageşîya di navbera Tirkîye û Amerîkayê da berdewam dike. Tirkîye piştî 12 rojan bi nivîskî bersiv da nameya Wezareta Bergirîya Amerîkayê û rexne li helwesta Penatgonê girt. Pispor dibêjin, ji ber ku Tirkîye dixwast Koma Xebatê ya Hevpar bê avakirin û bi Washingtonê ra rîyeke navberê peyda bike derengî bersiv da nameya Pentagonê. Li alîyê din pispor destnîşan dikin ku her du alî jî ji gotina xwe paşva gavan naavêje û wê wisa here wê di navbera Enqere û Washingtonê da krîzeke mezin rû bide.

Ev demekî ye ku di navbera Tirkîye û Amerîkayê da gengeşî û rageşîya li ser kirîna mûşekên Rûsî yên S-400î û nîqaşa li ser firokeyên Amerîkî yên F-35an didomin. Tirkîyeya ku piştî nameya Amerîkayê 12 roj şûnva nameya bersivê ji Pentagonê ra şand, ziman û uslûba nameyê red kir û ragihand ku ew dixwazin ev kêşe bi rîya dîyolog û dîplomasîyê bê çareserkirin.

Li gorî pisporan, Enqere ji ber ku dixwast piştî nameyê Koma Xebatê ya Hevpar bê avakirin û bi Washingtonê ra rîyeke navberê peyda bikin û proseyê binirxîne derengî bersiv da nameya Pentagonê.

Engîn Oktem-pisporê ANKA'yê, dibêje:"Ji ber ku di mijara S-400an da cara ewil Amerîka bi belgeyeke nivîskî vê mijarê anî rojevê; ev kêşe him kete fermîyetê him jî cidîyeta Pentagonê nîşan da. Tirkîye xwest ku vê proseyê bi rîya dîyolg û mizakereyê çareser bike, lê belê lihev nekirin. Li ser vê Enqere nameya bersivê şand. Helbet wê dîsa hevdîtin berdewam bike, lê dibe ku ev alozî tundtir bibe."

Li alîyê din rayedarên Tirkîyeyê dibêjin em ê ji kirîna S-400an paşva gav neavêjin û li bermaberî gemaroyên Amerîkayê jî hin pêngavên hewce biavêjin. Pispor dibêjin, Enqere ji niha va di nav liv û tevgera amadehîyên plansazîya li dijî gemaroyên muhtemel yên Amerîkayê da ye.

Kurşat Atilgan-pisporê Ewlehîyê, dibêje:"Dibe ku Amerîka firokeyên F-35an nede Tirkîyeyê. Beramberî vê dibe ku Tirkîye mijarê bibe hiqûqa navnetweyî. Heke wiha here di navebra her du hevpeymanan da wê krîzeke mezin rû bide. Îro wisa dixuye ku ne

Amerîka ne jî Tirkîye wê bipaş va gavan neavêje. Ev jî wê peywendîyên Tirkîye, Amerîka û NATO'yê ji serî va biguherîne."

Amerîka heta 31ê Tîrmehê mawe daye Tirkîyeyê ku ew helwesta xwe yekalî bike, lê Enqere dibêje biryara me teqez e û wê mûşekên Rûsî di nîvê meha Tîrmehê da bo me bê radestkirin. Wisa xuya ye ku wê heta 31ê Tîrmehê di navbera her du alîyan da rageşî her berdewam be.