5 kes di şewata genimê Rojavayê Kurdistanê de mirin

Di encama şewata ceh û genimê bajarokê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama şewata ceh û genimê bajarokê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.

Peyamêrê K24ê da zanî, Li hin gundên derdora bajarokê Til Koçer yê li ser sînorê Sûriye – Iraqê, dema ku hin cotkaran hewl didan agirê bi dexl û danên wan ketiye vemrînin, agir bi wan ket.

Peyamnêrê me da zanîn jî, di encama wî agirî de 5 kesan canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn û rewşa hin ji wan metirsîdar e. Di nav kesên birîndar de jî jinek heye.

Ev çend roj in agir bi dexl û danên cotkarên Rojavayê Kurdistanê dikeve û bi hezaran Hiktar ceh û genim şewitî ne, bêyî ku ta niha ti hûrguliyên wê diyar bibin.

 

S. B