Papayê Vatîkanê hevxemiya xwe ji Ermenên Qamişloyê re nîşan dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Papayê Vatîkanê li ser kuştina keşeyê Ermen li nêzîkî Dêrazorê, hevxemîya xwe bo Ermeniyên Qamişloyê ragihand.
Duhî, dema keşeyê Ermenî Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidyon, berê wan li bajarê Dêrazorê bû, ji aliyê grûbeke çekdar a nenaskirî ve hatin gulebarankirin û kuştin.
Îro li bajarê Qamişlo, merasîma veşartina termê Hena Bidyon bi beşdariya revaneda Ermenî û oldaran birêve çû û bi xakê hat spartin.
Veşartina termê keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan ji bo sibe hat paşxistin.
Papayê Vatîkanê Franciscus bi wê boneyê bi riya twîtterê, hevxemîya xwe bo revenda Ermenî li Qamişloyê ragihand.
Papa Franciscus dibêje jî: Ez ji bo wan û malbat û hemû Kirstiyanên li Sûriyê laveyan dikim.
S. B