Firokeyên cengîyên Tirkiyê otombêleke PKKyê li devera Amêdîyê kir armanc

Evro, berî nîvro li nêzîk gundê Babîrê ya ser bi qezaya Amêdîyê otombêleke gerîlayên PKKyê ji alîyê firokeyên cengîyên Tirkiyê kire armanc û çend gerîlayan canê xwe ji dest dan.

K24- Duhok

Evro, berî  nîvro li nêzîk gundê Babîrê ya ser bi qezaya Amêdîyê otombêleke gerîlayên PKKyê  ji alîyê firokeyên cengîyên Tirkiyê kire armanc û çend gerîlayan canê xwe ji dest dan.

Bînerekê licihê burdûmanê bi Kurdistan24 re ragehand: demjmêr 12:00 nîvrojê, firokeyên cengîyên Tirkiyê bingeh û baregehên PKKyê li nêzîk gundê Babîrê, ser bi qezaya Amêdîyê burdûman kir û otombîleke PKK ji corê Pîkab- Toyota kevte ber burdûmanê û çend gerêlayan canê xwe ji dest dan.ç

Ewî gundîyê bînerê bûyerê yê devera Amêdîyê ragehand jî: Demeke dirêje livîn û bizava PKKyê li cihê burdûman a evro heye û xelkê wî gundî, çend caran daxwaz ji çekdarên PKKyê kirine ku ji wî cihî dûr bikevin, lê PKKyê guh neda daxwazîyên xelkê.

Li gor zanîyarîyên nûçegihanê Kurdistan 24 li wê deverê, Heya niha burdûmana Tirkiyê bo ser bingeh û baregehên PKKyê berdewame û zîyaneke mezin jî gihaye rezû baxên hebwelatîyan û jînegeha wê deverê.