PDK: Ji bo pêkanîna hikûmetê, nerînên me ji YNKê nêzîk in

Piştî bidawîhatina civîna şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehemd û Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de naveroka civînê aşkere kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîhatina civîna şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehemd û Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de naveroka civînê aşkere kirin.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed ragihand, dixwazin nerîneke hevbeş ji bo pêkanîna hikûmetê dirust bikin û dixwazin aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê cibicî bibe, da bibe sedema geşepêdana abûrî û jiyana xelkê.

Got jî: “Di civîna me bi şanda YNKê YNKê re me bîr û boçûnên xwe nîşan dan û komek xalên hevbeş di navbera me de hene û gelekî ji hev nêzîk in. Di wê baweriyê de ne di civînên bê de ew babet bi dawî dibin.”

Peyvdarê PDKê diyar kir jî, “Her îro bi Tevgera Goranê re jî dicivin û di rojên bê de serdana aliyên din ên dixwazin beşdarî hikûmetê bibin dikin. Em naxwezin ti aliyek bê dûrxistin.”

Li ser pêkanîna hikûmeta nû Mehmûd Ehemd ragihand, “Dixwazin kabîneyeke pêk bînin, ku daxwaza hemû gelê Kurdistanê bicih bike û ew sozên me dane bi xelkê bicih bînin.”  

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YNKê Seidî ragihand, “Di civînê de me tekezî li ser wê yekê kir, ku çawa sûdê ji şaşîtiyên berê bibînin û wan nehêlin. Dixwazin li ser bingeha karê hevbeş ê berê û sûdwergirtin ji şaşîtiyan, di kabîne nû de kar bikin.”

Tekez kir jî: “Wek YNKê hêla me ya sor li ser ti aliyekî ku dixwaze beşdarî hikûmetê bibe, nîn e.”

Herwiha got: “Kabîneya dahatû li ser bingeha guncandina bernameya hevbeş dibe, ji bo parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û xizmetkirina zêdetir ji xelkê Kurdistanê re.”

 

S. B