ENKS: Dubarekirina plana Efrînê li rojhilatê Firatê qebûl nakin

Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Ebdulkerim Mîranî di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser rêkeftina Amerîkî – Tirkî bo avakirina herêma ewle ragihand, careke din dîrok xwe vedigerîne û careke din çarenivîsa Kurd ne di destê Kurdan de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Ebdulkerim Mîranî di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser rêkeftina Amerîkî – Tirkî bo avakirina herêma ewle ragihand, careke din dîrok xwe vedigerîne û careke din çarenivîsa Kurd ne di destê Kurdan de ye.

Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Ebdulkerim Mîranî got: Em wek ENKS ligel avakirina Herêma ewle li Kurdistana Sûriyê ne û ew herêm ji aliyê xelkê wê herêmê ve bê birêvebirin û di bin çavdêriya navdewletî de be. Lê Tirkiyê dixwaze wê herêmê ava bike, ji bo guhartina demografî li Kurdistana Sûriyê çê bike û dora 5 milyon koçberên Sûrî yên ji navçeyên din li wê herêmê bicih bike.

Amaje bi wê yekê kir, ta niha xalên wê rêkeftinê nehatine zelalkirin, lê Tirkiye dixwaze sînaryoya Efrînê li rojhilatê Firatê dubare bike û hemû kiryarên kirêt yên li Efrînê dibin wek destdanîna ser mal û milkên xelkê, guhartina demografî û revandin welatiyan bike. Ev jî bi ti awayekî nayê qebûlkirin.

Derbarê rûbirûbûna pilana Tirkiyê Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê tekez kir, gava herî sereke li pêş plana Tirkiyê ew e, yekrêzî û yekhelwestiya Kurd e, dema Kurd yekrêz bin bihaneyên ku Tirkiye digire jî dê nemînin û dê nikarebe gefên bi vî awayî bixwe.

Herwiha Mîranî got: Berî Efrîn bê dagîrkirin jî ev gotara me bû, lê mixabin ev yek pêk nehat. Niha bo rojhilatê Firatê jî pêwîst e herî kêm ENKS û TEV-DEM li hev bikin û vegerin rêkeftina Duhokê bicih bikin, da ku gefên Tirkiyê sivik bibin û dostên me karibin alîkariya me bikin, lê TEV-DEM nake. TEV-DEM amade ye bi her kesî re lihev bike, tenê bi Kurdan re nake.

 

 

S. B