Pispor: Divê Tirkiye wek dewletekê li Herêma Kurdistanê binêre

Pispor dibêjin; divê Tirkiye êdî bi çavê dewletekê li Herêma Kurdistanê binihêre û pêwendiyên bi dewletên cîranên xwe re baştir bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Lêkolîner û Pisporên Rojhilata Naverast ên Kurdên Bakurê Kurdistanê di serdema nû  ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê de pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê nirxandin. Pispor dibêjin; divê Tirkiye êdî bi çavê dewletekê li Herêma Kurdistanê binihêre û pêwendiyên bi dewletên cîranên xwe re baştir bike.

Tirkiye rûdanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopîne. Li gorî nirxandina pisporên Rojhilata Naverast; Tirkiye, bêyî Kurdan nikare li herêmê xwedî gotin be û êdî dixwaze bi Kurdistanê re pêwendiyên dostane deyne. Li gorî nirxandina Nivîskar û Lêkolîner Nevzat Bîngol,  Tirkiye di 17 salên dawîn de polîtîkaya derve baş bi rê ve nebir û pêwendiyên bi Kurdistanê re jî bandoreke neyînî ji vê polîtîkayê dît. Bîngol got; ger Tirkiye bi Kurdistanê re pêwendiyên baş deyne, dê ev yek ji bo Tirkiyeyê baştir be.

Nivîskar û Lêkolîner Nevzat Bîngol ji K24ê re got: "Herêma Kurdistanê di pêşerojê de dê serxwebûna xwe ragihîne. Divê Tirkiye jî pêwendiyên navdewletî bifikire û li hember vê herêmê ji polîtîkayên dostane bimeşîne.  Rêveberiya Kurdistanê jî xwedî cerebeyeke dîrokî ye. Rêveberiya nû zimanê dîplomasiyê baş dizane. Ez di wê baweriyê de me ku dê pêwendiyên Kurdistan û cîhanê jî pêşvetir biçin. Divê Tirkiye jî vê yekê baş bixwîne û pêwendiyên baş deyne."

Li gorî nirxandina pisporên Rojhilata Naverast, halê hazir pêwendiyên Tirkiye bi dewletên cîranên wê re xirab in lê bi serdana Hewlêrê nîşaneyên nermbûnê xuya dikin. Pispor dibêjin;  ger Tirkiye bi Kurdistanê re polîtîkayeke dostane bimeşîne, dê ev yek bandoreke erênî li pêwendiyên civakî û aborî jî bike. Li gorî nirxandina Mamosteyê Beşa Pêwendiyên Navdewletî yê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu, başbûna pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji bo herdu aliyan jî jiyanî ye.

Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu ji K24ê re wiha axivî: "Tirkiye bêyî dostanî û biratiya Herêma Kurdistanê nikare liv ê herêmê bihêz be. Pisrgirêk jî ne bi çekan bi siyasetê çareser dibin. Niha di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de gavên baş tên avêtin. Hikûmeteke nû li Herêma Kurdistanê tê avakirin. Divê Tirkiye bibîne ku pêwendiyên bi Kurdan re çiqas baş be aramiya navçeyê jî ew qas baş dibe."

Li gorî nirxandina Pisporên Rojhilata Naverast, Herêma Kurdistanê li hemberî şer, aloziyên navçeyê û gefên dewletên cîranên xwe jî karibû li ser piyan bisekine û bi gavên jixwebawer ber bi pêşerojeke azad ve diçe.  Her dîsa pispor dibêjin; Tirkiye jî dizane ku bêyî Kurdan nikare di hevsengiya Rojhilata Naverast de xwe de bi bandor be, ji ber vê yekê polîtîkaya xwe ya derve diguherîne.