Firokeyên Tirkiyê berpirsekê PKKyê û birayekê wî li Şengalê kirin armanc

Di burdûmana evroya Tirkiyê de bo ser bajarokê Sinûnê, berpirsê giştî yê Yekîneyên Paraztina Şengalê (YPŞ) û birayekî wî hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Di burdûmana evroya Tirkiyê de bo ser bajarokê Sinûnê, berpirsê giştî yê Yekîneyên Paraztina Şengalê (YPŞ) û birayekî wî hatin kuştin.

Evro Çarşembîyê, demjmêr 11:00 sipêdeyê, firokeyên cengî yên Tirkiyê baregehên Yekîneyên Paraztina Şengalê li komelgeha Dûgorîyê ser bi nahye ya Sinûnê li qeza ya Şengalê burdûman kirin û bi sedema wê yekê jî çend kesekan canê xwe ji destdan û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gor zanyarîyên Kurdistan 24, di wê hêrişê de Xelef Bapîr Murad Seidûn nasyayî bi Serdeşt şengalî, berpirsê giştî yê hêzên YPŞ ya ser bi Partî Karkerên Kurdistanê (PKK)yê canê xwe ji dest daye.

Her di wê hêrişê de birayekê Serdeşt Şengalî bi navê Eymen Şengalî canê xwe ji desta daye.

 Li gor ragehandineka supayê Îraqê jî, di wê hêrişê de 5 kesan canê xwe ji dest dane.