Emerîka: Rê nadîn Daiş kontirola petrolê bikin li Sûriya

Wezîrê derve yê Emerîka tekez dike, welatê wî berdewam dibe li serkirdayetîkirina Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê daku rêgirîyê ji dûbare serheldana Deişê bihêt kirin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîka tekez dike, welatê wî berdewam dibe li serkirdayetîkirina Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê daku rêgirîyê ji dûbare serheldana Deişê bihêt kirin.

Mayîk Pompew, wezîrê derve yê Emerîkayê di civîna Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê de li Waşitunê gotarek pêşkeş kir û ragehand, Emerîka hevkarîya Îraqê dê bikin bo vegerandina çar milyon awreyan bo deverên wan.

Xuya jî kir, ku pêwîste welatên endam di Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê de, çekdarên Daişê yên bîyanî vegerînin û dadgahî wan bikin ku niha di kamp û girtîcaneyên bakûra rojhelata Sûriyayê Rojava ya Kurdistanê) de ne.

Derbarê Sûriyayê jî, wezîrê derve yê Emerîkayê got: Rê nadîn Daişê careke din kontirola bîyavên petolê li bakûra rojhelata Sûriya bikin.