Egera pêleke nû ya penaberên Surî ber bi Tirkiyeyê ve

Operasyonên rejîma Sûriyeyê yên ser Idlibê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de hate ragihandin ku 124 hezar kesên sivîl koç kiriye ber bi sînorên Tirkiyeyê ve û ger êrîş berdewam bikin jî eger heye ku ev hejmar bigîhije nêzî milyonekê. Di rewşekî wisa de dê Tirkiyeyê çi bike û çiqas amade ye. Pispor radigihînin ku Tirkiye nikarê pêlekî nû ya penaberan hilgirê û heta ji destê Tirkiyeyê were dê wan li nav sînorên Sûriyeyê bi cîh bike.

K24- Enqere

Operasyonên rejîma Sûriyeyê yên ser Idlibê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de hate ragihandin ku 124 hezar kesên sivîl koç kiriye ber bi sînorên Tirkiyeyê ve û ger êrîş berdewam bikin jî eger heye ku ev hejmar bigîhije nêzî milyonekê. Di rewşekî wisa de dê Tirkiyeyê çi bike û çiqas amade ye. Pispor radigihînin ku Tirkiye nikarê pêlekî nû ya penaberan hilgirê û heta ji destê Tirkiyeyê were dê wan li nav sînorên Sûriyeyê bi cîh bike.

Operasyonên rejîma Sûriyeyê ku piştevaniya wê Rûsya dike yên ser Idliba ku nêzî 4 milyon sivil lê dijîn dijîn di proseya Cejna Qûrbanê de jî berdewam kirin. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji meha Gulanê û vir ve tenê li Idlibê di encama êrîşan de 500 kesî canê xwe ji dest daye. Midûrê Koordînatoriya Destekariya Sûriye Mihemed Hallac ragihand ku di heyama Cejna Qûrbanê de 124 hezar sivîl ji cihên xwe bûne û berê xwe dane kampên hember yên Reyhanliya ser bajarê Hataya Tirkiyeyê. Herwiha Hallac hişyarî da ku ger êrîş ser Serakîb û Maarratînnumanê jî bibin eger heye hejmara penaberan bigihîje nêzî mîlyonekê.

Serokê Navenda Îltîca û Koçê Metîn Çorabatir jî amaje dike di egera pêlekî nû ya penaberan de du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene. Ya dê derîyên xwe bigre û berê wan bide kampên derveyî Tirkiyeyê yan jî dê wan bistînê lê belê bi dewletên Ewropayê re jî rêkeftinekê bike ku ew jî wan penaberan bistînin.

Metîn Çorabatir - serokê Navenda Îltîca û Koçê (ÎGAM), dibêje: "Niha Tirkiye mazûvaniya 3.6 milyon penaberên Sûriyeyî dike. Ger Tirkiye vê pêla nû ya penaberan jî vehewîne dê rêjeya penaberên Sûriyeyî bigihîje 4-5 milyonan û dê gelek zehmetiyan bikişîne. Beriya vê rewşê jî Tirkiye bi dewletên Ewropayê re li ser vê meseleya qebûlkirinê hêvdîtin kirin. Ji ber vê yekê wek alternatîfekî din dibe ku Tirkiye, berê penaberan bide Efrîn û herêmên ku bi operesyonên Şaxa Zeytûnê û Mertala Firatê bidestxistine. Her çiqas nehiqûqî be jî artêşa Tirkiyeyê bi awayekî fiîlî van deveran diparêze."

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî ku mijara penaberan ji nêz ve dişopîne Mustafa Eravci jî dibeje ji bo Idlibê erkên rêkeftinan nayên bi cîh anîn û ji ber vê yekê jî di, encama êrîşan de gelek sivîl dibin penaber ku vê carê Tirkiye jî nikare wan vehewîne.

Mustafa Eravci - pisporê têkiliyên navneteweyî, got: "Di proseya Astaneyê de li ser statuya Idlibê lihevkirinek çêbû bû. Lê mixabin di pratîkê de erkên vê lihevkirinê nayên bi cîh anîn û rêjîma Sûriyeyê ji ber ku dixwaze kontrola Idlibê di destê wê de be bi piştgiriya Rûsyayê êrîşan dibe ser Idlibê. Di vê rewşe de jî gelek sivîl koç dikin ber bi sînorên Tirkiyeyê ve. Lê belê Tirkiye dê vê carê wek berê neke, ji ber ku nikarê pêlekî din ya penaberan hilgirê. Ji ber vê yekê jî heta ji destê wê were dê bi diplomasiyê hewl bide ku di nav sînorên sûriyeyê de penaberan bi cîh bike."

Idlib ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve wekî keleha mixalifan e, di encama koça navxweyî de Idliba ku nifûsa wê gihişt heta 4 milyonan di Adara sala 2015an de navenda wê jî ket kontrola mixalifan de. Herwiha Idlib li Sûriyeyê yek ji herêma sereke ye ku rastî êrîşên rejîma Sûriyeyê tê .