Çavuşoglu: Em dewleteke serbixwe ne û fişarên Amerîkayê qebûl nakin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, ew fişarên Amerîka yên derbarê sîstemên S-400 de qebûl nakin û endamtiya wan ya NATOyê naye wateyê ku welatên din bikaribin rexne û fişar li wan bikin. Çavuşoglu got, Tirkiye serbixwe û bi tu awayê destêwerdana derve qebûl nake.

K24- Hewlêr

Mevlut Çavuşoglu, wezîrê derve yê Tirkiyê got: Em dewleteke serbixwe ne. Em bi xwe biryarên xwe digrin. Em fişarên Amerîka yên derbarê sîstemên S-400 de qebûl nakin.

Herweha got: Me bi Amerîkayê re got, eger gumanên we hene, werin em komîteyeke hevbeş dirust bikin. Bila NATO jî di nav de be. Lê vê qebûl nakin û di her derfetekê de zext û fişar li me dikin ku em S-400 nekirin. Em vê qebûl nakin, ret dikin. Em dewleteke serbixwe ne û mileta me jî girîngiyeke mezin dide serxwebûna xwe. "