Asayişa Silêmaniyê hûrgiliyên kuştina 2 endamên PKKê dide

Asayîşa Silêmaniyê ragihand, ew du kesên berîya çend rojan li ser çiyayê Ezmer hatibûn kuştin, berpirsên bilind ên PKK bûn û ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê ve hatibûn armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayîşa Silêmaniyê ragihand, ew du kesên berîya çend rojan li ser çiyayê Ezmer hatibûn kuştin, berpirsên bilind ên PKK bûn‌ û ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê ve hatibûn armanckirin.

Dezgeha Asayişa Silêmaniyê di duyaxuyaniyekê de ragihand, êvara roja 15ê vê mehê, du kadroyên bilind ên PKK bi navên Cemîl û Demhat li ser çiyayê Ezmerê ji aliyê firokeyên bêfirokvan hatin armanckirin.

Di ragihandinê de hatiye, ku ew du endam ku bê agahdariya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê hatine navçeyê û ji alî firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê ve hatine armanckirin.

Asayîşa Silêmaniyê wê bûyerê bi binpêkirin û destpêşxeriyeke metirsîdar binav kiriye.

Asayîşa Silêmaniyê tevî şermezarkirina a her binpêkirinekê liser ax û serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê, daxwaz ji hemû aliyan kiriye, axa Iraqê û Kurdistanê bo êrîşkirina ser welatên cîran bikar neyînin.

Diyar kir jî, ku kontrolkirina esmanê Herêma Kuridstanê di destê Ferokvaniya Şaristanî ya Iraqê de ye, ne di destê Herêma Kurdistanê de ye.

 

S. B