Rûsya: 3 serbazên Sûriye di êrîşa çekdarên Opozisyonê de hatin kuştin

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, 3 serbazên Sûriyê di êrîşa çekdarên opozisiyonê de li gundewarên Helebê hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, 3 serbazên Sûriyê di êrîşa çekdarên opozisiyonê de li gundewarên Helebê hatine kuştin.

Medya Rûsyayê ji Wezareta Bergirî ya Rûsyayê veguhestiye, 3 serbazên Sûriyê di êrîşek çekdarên Opozisyonê de li gundewarên rojavayê Helebê hatine kuştin û 8 serbazên din jî, brîndar bûn e.

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê belav jî kiriye, Artêşa Sûriyê êrîşek çekdarên opozisyonê, ku bi rêya 70 çekdaran li rojavayê Helebê encam da bû, têkşikandiye.

Medya Rûsyayê belav jî kiriye, bi sedema êrîşên 24 demjimêrên borî yên çekdarên opozisyonê 8 welatiyên sivîl hatine kuştin û 22 jî brîndar bûn e.

 

 

 

C.B