Trump: Ger pêwîstî çêbû leşkerên zêdetir dişînin Rojhilata Navîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump ragehand, eger pêwîst bike ji bo bersivdana gefên Îranê ew dê serbazên zêdetir bişînin Rojhilata Navîn.
Di kongreyek rojnamevanî de li Koşka Spî Trump got, Îran welatê ku sponseriya terorê dike û her pirsgirêkek li Rojhilata Navîn rû bide Îran li pişt e.
Berî niha, di medyaya Amerikayê de hatibû diyarkirin, ku Amerika nirxandinan dike, ku zêdetir leşkeran bişîne Rojhilata Navîn
C.B