Şandeke Hikûmetê bi Parlemana Kurdistanê re dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlemana Kurdistanê dicivin û hefteya bê jî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Piştî ku civîna duhî a Encûmena Wezîran biryar da, îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Parlemana Kurdistanê re dicive, bo danîna data û zanyariyên pêwîst, wek amadekariyekê ji bo guftûgoyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de.
Hevdem Peyvdarê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferanseke rojnamevanî ragehand, heftîya dahatî şendeke hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dike bi armanca gotûbêjkirin û veguhertina zanîyarîyan derbarê pirs budce û pişikdarîya Herêma Kurdistanê di qonaxên destpêkê ya amadekirina reşnivîsa budceya salal 2020 ji alîyê wezareta darayî ya hikumeta Fedral ve.
Cotiyar Adil tekez kir jî, Herêma Kurdistanê bi niyaz e li gor destûrê rêkeftinê bi Hikûmeta Iraqê Fafedral li ser tavahiya pirsgirêkan bike.
S. B