Qamişlo.. Di bîranîna şehîdên 12 Adarê de welatî hatin birîndarkirin

Meşa welatiyên Qamişlo ya ber bi gorên şehîdên Serhildana 12ê Adarê hat astengkirin û grûpa bi navê Ciwanên Şoreşker êrîşî ser meşê hejmarek kes birîndar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Meşa welatiyên Qamişlo ya ber bi gorên şehîdên Serhildana 12ê Adarê hat astengkirin û grûpa bi navê Ciwanên Şoreşker êrîşî ser meşê hejmarek kes birîndar kirin.

Îro salvgera Serhildana 12ê Adarê ye û xelkê bajarê Qamilo xwast bi alên Kurdistanê û baxên gulan serdana mezarên şehîdan bikin, lê hêzên asayişê rê li ber wan girt û daxwaza daxistina ala Kurdistanê kir, dema xelkê jî ew daxwaz asayişê red kir, grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger êrîşî ser xelkê kir û hejmarek ji welatiyan birîndar bûn.

Di wê derbarê de jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, li taxa Hilaliyê ya Qamişlo hêzên ser bi asayişê ve bi çovikan li jinekê bi navê Wefa Kurdî dan û serê wê şikandin, piştre jî ew jin bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Wefa Kurdî piştî ji nexweşxaneyê vegeriya ji K24ê re got: “Me xwest em biçin ser gorên şehîdên xwe, dema em gihîştin taxa Hilaliyê grûpek ji asayişê û kesên bi cilên reş hatin û rêgirî li wan kirin û ew kesê bi cilê reş al anîn xwarê û darê alê li min da û serê min bi cihan şikand û piştre ez bo nexweşxanê hatim veguhastin.”

ENKSê duhî bi daxuyaniyekê bi boneya Roja Şehîd a Kurdî 12ê Adarê belav kiribû û bang li gelê Kurd kiribû vê rojê bibîr bînin  û serdana gorên şehîdan bikin.

 

 

S. B