Tiramp amdeye hêza serbazî li dijî Tirkiyê bikar bihîne

Wezîrê derve yê Emerîkayê ragehand, Heke pêwîst bike, Tiramp amadeye bijarteya serbazî li dijî Tirkiyê bikar bihîne.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîkayê ragehand, Heke pêwîst bike, Tiramp amadeye bijarteya serbazî li dijî Tirkiyê bikar bihîne.

Mayik Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê bi kenala CNBC ragehand, ger Tirkiya her şaşîyekê bike, Donald Tiramp, serokê Emerîkayê, amadeye bijarteya serbazî dijî Tirkiyê bikar bihîne.

Li gor rêkkevtina di navbera Emerîka p Tirkiyê de, ku li 18yê evê mehê li Enqere hat wajûkirin, HSD û YPG 32 Km ji Rojavaya Kurdistanê dê vekişe û bo dema 5 rojan jî agirbest hat ragehandin, lê HSDyê ragehandîye ku Tirkiye pabend nebûye bi agirbestê û berdewame li hêriş û topbarankirinê bo ser rojavaya Kurdsitanê.