Nêzîkî 150 serbazên din yên Emerîkî ji Suriya derkevtin
K24- Hewlêr
Ajansa fermîya nûçeyên Suriya (SANA) aagehand, nêzîkî 150 serbazên Emerîkayî ji firokexaneya Rehîbe ya ser bi Malkîye li gundewarê Heseke li rojghelata Suriya, keristeyên xwe kom kirin û berev Îraqê vegerîyan.
Hevdem supayê Suriya giha bajarê Tebqe û destgirt bi ser firokexane ya serbazî ya Tebqe û bajarokê Eyîn Îsa û hejmareke gund û deverên Reqeyê re. herweha bajaroka Teltemir li gundewarê bakûra Heseke.
Duhî Yekşembîyê, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehand, wan amadekarî kirîne bo vekişandina nêzîkî hezar serbazên Emerîkî ji axa Suriya.