Potin: Renge operasyona Trikiyê bibe sedema revîna bi hezaran çekdarên Daişê

Serokê Rûsya, Viladîmêr Potin hoşdarî da ku renge operasyona Trikiyê dijî hêzên Kurdî li bakûra rojhelata Suriyê bibe sedema revîna bi hezaran çekdarên Daişê ku li wê deverê desteserin.

K24- Hewlêr

Serokê Rûsya, Viladîmêr Potin hoşdarî da ku renge operasyona Trikiyê dijî hêzên Kurdî li bakûra rojhelata Suriyê bibe sedema revîna bi hezaran çekdarên Daişê ku li wê deverê desteserin.

Serokê Rûsyayê, evro, di dema kombûna xwe de li gel serokên hevbendîya welatên serbixwe li Îşqabad a paytexta Turkimanstanê amaje bi wê yekê da ku hinek bingehên taybet bi desteserkirina dîlên çekdar hene li bakûra Suriyê û Yekîneyên Kurdî heya vê dawîyê berpirsîya pasevanîya wan di stûyê xwe de girtibûn.

Hoşdarî jî da ku renge ew terorist ji wan bingehan birevin li dema ku Kurd xwe vekişîn in ji encma pêşveçûna hêzên Tirkiyê.  Got jî, ez nizanim ka supayê Tirkiyê dikare û di çend dem de kontirola rewşê bike.

Amaje jî da ku li gor zanyarîyên hewlgirîya Rûsyayê,  bi sedan belku bi hezaran çekdar li wê deverê hene û hoşdarî da ku renge ev çekdarên hanê pirsgirêkên mezin bo hevbendîya welatên serbixwe durist bike.

Serokê Rûsya, pirsyar jî kir, Erê ew dê ber bi kude werin? Dê bi rêya axa Tirkiyê û deverên din biçin kurahîya axa suriyê li deverên ku li jêr destê kesê nîne?  Dûv re jî bi rêya Îranê re debazî welatên deverê bibin?  Divêt em wê yekê biznîn û xwe bo amade bikin daku berenagarî metrisîyên nû bibîn.

 

çavkanî:RT