Îran: Hêvîdar in Ewrûpa pabendî Rêkeftina Atomî be
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê radighîne , pabendbûna Yekîtiya Ewrûpayê bi rêkeftina atomî bo asayîş û aramiya navçeyê giring e.
Ruhanî di civîna ligel Wezîrê derve yê Almanyayê Hayko Mas de ragihand, vekşandina Amerîka ji rêkeftina atomî bandorek xerab liser pêwendiyên welatan û asayîşa navçeyê çêkiriye
Ruhanî ragehandiye, ku gelek giring e welatên Ewrûpa bi sozên xwe hember rêkeftina atomî pabend in, û rêkeftin dibe sedemê asayîkirina pêwendiyên Îranê ligel Ewrûpa û bicîhanîna asayîş û aramiyê li navçeyê.
Serokomarê Îranê herweha red kir, ku welatê wî hewl bide çekê atomî bidest bixe.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê derve yê Almanyayê ragihand, ku welatê wî û Yekîtiya Ewrûpa hewl didin, rêyek guncayî bibînin, bi armanca kêmkirina aloziyan li navçeyê.
C.B