Tek: Bila dagîrker ji Kurdistanê derkevin û biçin

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKyê Mesut Tek bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û radighîne: Ew ji Kurdistanê dernakevin, divê dagirkerên Kurdistanê derkevin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKyê Mesut Tek bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û radighîne: Ew ji Kurdistanê dernakevin, divê dagirkerên Kurdistanê derkevin.

Mesud Tek dibêje, Tirk hezar sal berê ji Asyaya Navîn hatine Kurdistanê û beriya wan jî Kurdistan hebû. Ew ji welatê xwe dernakevin û divê dagirker ji Kurdistanê biçin.

Di bangeşeya hilbijartinên herêmî de Serokomarê Tirkiye, bi egera bikaranîna pêgeha Kurdistanê diyar dike: Li Tirkiye deverek bi navê Kurdistanê nîn e, yên ku dibêjin – Kurdistan, bila berê xwe bidin herêma Kurdistanê li Iraqê û ji Tirkiye bicehimin.

Liser van gotinên Erdogan, li Tirkiye gengeşeyek di derdora pêgeha Kurdistanê de destpê kiriye.

 

 

C.B