Pisporên Tirkiyê: Operasyon dê sînorkirî be

Bi nêrîna hin pisporan jî eger Tirkiye zêde pêş de biçe dibe ku Hêzên Sûrî yên Demokratîk bi Şamê re li hev bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Tirkiye bi balafirên şer êrîş bir ser Serê Kanî, Girê Spî û bi vî awayî dest bi operasyona deverên Rojhilatê Feratê kir. Hurgilî û maweya operasyona ku li cîhanê deng veda di rojevê de tê nîqaşkirin. Li gor hin çavdêrên nêzî hikûmeta Tirkiyê, artêşa Tirk heta 20 kîlometreyê dê operasyonek sînordarkirî pêk bîne. Bi nêrîna hin pisporan jî eger Tirkiye zêde pêş de biçe dibe ku Hêzên Sûrî yên Demokratîk bi Şamê re li hev bike.

Operasyona li ser devera Rojhilatê Feratê ku demeke dirêj e ji hêla Tirkiyê ve dihat plankirin bi fermana Recep Tayyîp Erdogan ê Serokkomarê vî welatî ve dest pê kir. Erdogan li ser hisaba xwe ya Twitterê bi peyameke ragihand li bakurê Sûriyê artêşa wan, bi mebesta têkbirina avakirina hewlên korîdora terorî li dijî rêxistinên terorî yên DAIŞ,PKK,YPG bi navê "Herekata Kaniya Aştiyê" dest bi operasyonê kirine.

Piştî feraman Erdogan, balafirên şer ên Tirk li ser sînor Serê Kanî û Girê Spî bomberankirin. Li gor Faîk Bulutê Pisporê Rojhilata Navîn ev operasyon hevsengiya herêmê diguherîne û têkiliyên hin aliyan ji nû ve dê saz bike. Bi nêrîna Bulut, ji ber operasyona Tirkiye egera nêzîkbûna Şam û Hêzên Sûrî yên Demokrat zêde ye.

Faîk Bulut ji K24ê re got: Ev operasyon nîşan dide ku Tirkiye ji herêmê wê heta demekê dernekeve. Heta ku qada asîmanî ya aliyê Rojhilatê Feratê bo balafirên Tirk neyên vekirin, yanê di encama operasyonekê bejahî de şerekî dijwar di navbera Tirkiye û HSD de rû dide. Eger raya giştî ya cîhanê li dijî operasyonê bertek nîşan bidin dibe ku ev operasyon biqede. Nexwe HDS wê berê xwe bide Şam.

Operasyona ku niha li ser Girêspî û Serêkanî hatiye destpêkirin li deverên din jî dê belav bibe yan na ev pirs jî di rojevê de tê nîqaşkirin. Li gor Alî Semînê Pisporê Rojhilata Navîn ji ber peymana li gel Amerîka Tirkiye li giştiyê Rojhilatê Feratê operasyonek nake.

Alî Semîn dibêje: Di meha Tebaxê de Amerîka Tirkiye li bakurê Sûriyê heta erdekî ku kurahiya wê digihîje 15 kîlometre rêkeftibûn loma ev operasyona niha ya Tirkiyê ji bo çend deverên diyar kirî be. Ji ber vê rêkeftinê ev operasyon seranserê bo hemû Rojhilatê Feratê pêk nayê. Operasyona bejahî ya Tirkiyê de jî leşkerên artêşa azad a Sûrî dê hebin.

Erdogan meha borî di lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihandibû ew dixwazin li bakurê sûriyê herêmeke ewle ava bikin da ku nêzî 3 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne liv ê herêmê bi cîh bikin.