Serokê desthilata dadwerî ya Îranê: Ne amade ne, ligel Amerika bicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê desthilata dadweriyê li Îranê dibêje, tenê ji bo dadgehkirina Amerîkayê ew dê digel berpirsên wî welatî bicivin.
Ev jî wekî karvedanek, beramber daxuyaniya Wezîrê derve yê Îranê Mhemed Cewad Zerîf, ku gotibû piştî kuştina Qasim Suleymanî jî, ew amade ne digel Amerîkayê gotûbêjan bikin. Vê daxuyaniya wî, karvedanên mezin di nav Îranê de lipey xwe anîn e.
Ji aliyê xwe ve, Amerika her piştî kuştina Qasim Suleymanî jî, dorpêçên ser Îranê tundtir kirin e.
C.B