Grûpên çekdar Ereban li şûna Efrîniyan bicih dikin

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi proseya guhartina demografî berdewam in û malbatên Kurd ji malên wan derdikin û li şûna wan koçberên Xûtayê bicih dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi proseya guhartina demografî berdewam in û malbatên Kurd ji malên wan derdikin û li şûna wan koçberên Xûtayê bicih dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Feyleq El Şamê li gundê Gewanda ya navçeya Bilbilê 3 malbatên Kurd (Henan Qenber, Şêxo Qenber û Hebîb Qenber) ji malên wan derkirin û bi zora çek malbatên koçberan li şûna wan bicih kirin.

Li gundê navçeya Şiyê jî, çekdarekî grûpa Silêman Şah dest danîbû ser mala Fexrî Reşîd û dema wî daxwaza mala xwe kir, serkidatiya wê grûpa çekdar 8 hezar Dolar jê daxwaz kirin, heta ku mala wî jê re vala bikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî tawanên revandin, eşkencedan û kuştina welatiyan, grûpên çekdar bi hezaran koçberên Xûtaya Şamê û navçeyên din ên Sûriyê di malên Kurdan de bicih kirine.

Di dema dawî de jî ji encama êrîşa artêşa Sûriyê li ser gundewarê Idlibê, bi hezaran koçberan berê xwe dane Efrînê, grûpên çekdar jî wan bi darê zorê di malên Kurdan de bicih dikin.  

 

S. B